Lubnan û Îsraîl bicihanîna peymana çarçoveyî gotûbêj dikin

Îro li paytexta Îtalyayê Romayê hevdîtinên di navbera rayedarên Lubnanê û yên Îsraîlê de, bi navbeynkariya DYA’yê dest pê kir. Di hevdîtinan de dê mekanîzmayên pêkanîna peymana çarçoveyî ya li ser başûrê Lubnanê were gotûbêjkirin.

 Lubnan û Îsraîl bicihanîna peymana çarçoveyî gotûbêj dikin
14 tîrmeh, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Lubnan û Îsraîlê îro li Romayê, di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, ji bo gotûbêjkirina mekanîzmaya pêkanîna peymana çarçoveyî ya li ser başûrê Lubnanê, dest bi hevdîtinan kir. 

Hevdîtinên ku li Balyozxaneya DYA`yê li Romayê tên lidarxistin, dê 2 rojan dewam bikin. Her du alî dê li ser mekanîzmayên bicihkirina peymana ku di 26’ê Hezîranê de hatiye pêkanîn, gotûbêj bikin.

Şandeya Lubnanê hêvî dike ku bigihîje bernameyek ji bo vekişîna gav bi gav a Îsraîlê ji başûrê Lubnanê. Îsraîl jî dibêje ku ew ê hêzên xwe li herêmê bihêle heya ku çek di destê Hizbullahê de heye. Di heman demê de Hizbullah peyman û hewldanên ji bo bêçekkirina wê red dike.

(k)

ANHA