Almanya cezayê girtîgehê da 4 birayên Sûriyeyî

Dadgeheke Almanyayê 4 birayên Sûriyeyî, piştî ku wan êrişî mamosteyekî kir û bi giranî birîndar kir, cezayê girtîgehê li wan birî.

Almanya cezayê girtîgehê da 4 birayên Sûriyeyî
14 tîrmeh, 2026   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha herêmî ya li Itzhaw, Schleswig-Holstein ê bakurê Almanyayê 4 birayên Sûriyeyî bi hewldana kuştina mamosteyekî zimanê Almanî ceza kir. Wan hinceta ku alîkariyê ji bo nivîsandina nivîsekê bi zimanê Almanî bike mamoste kişandin cem û çend caran bi kêrê li wî da. Lê ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest da.

Dadgehê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Elî û Salih, 6 sal cezayê girtîgehê da Omer û 4 sal cezayê girtîgehê da Besam.

Li gorî lêpirsînê, sûc ji têkiliya di navbera diya birayan û qurbaniyê de derketiye holê. Dadgehê gihîşt wê encamê ku êriş bi pêşwext hatiye plankirin û ew wekî rewşek giranker hesiband ku beşdarî cezayên dijwartir ên ku ji bersûcan re hatine dayîn bûye.

(fr)