Li Kobanê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi boneya salvegera 14`ê Tîrmehê civînek bi rêxistin kir.

Li Kobanê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Li Kobanê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Li Kobanê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Li Kobanê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
Li Kobanê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
14 tîrmeh, 2026   15:48
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê li avahiya xwe civînek li dar xist. Di civînê de piştî rêzgirtinê hevseroka meclisê Sara Xelîl axivî û got: “Bi saya berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê Girtîgeha Amedê veguherî qada berxwedanê û ji gelê Kurd re gelek nirx ava kirin. Berxwedana wan heyanî roja îro didome. Şoreşa Rojava mîrasa berxwedana Zindana Amedê bû.”

Sara Xelîl her wiha got: “Bi ruhê Berxwedana 14`ê Tîrmehê em ê her tim tê bikoşin. Wek Meclisa Malbatên Şehîdan em ê her tim mîras û destkeftiyên 14`ê Tîrmehê biparêzin.”

Piştî axaftina Sara Xelîl sînevizyonek li ser têkoşîna şehîdên 14`ê Tîrmehê pêşkêş kirin û civîn bi dawî bû.

(np)

ANHA