Li Yemenê 9 çeteyên "El Qaîda" hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrişên hêzên DYA’ê yên li ser başûrê Yemenê bi kêmanî 9 çeteyên "El Qaîda" hatin kuştin.

Li gorî nûçeya AFP’ê ku agahiyên xwe ji berpirsekî bilind ê hêzên ewlehiyê yên Yemenê wergirtiye, di êrişên hêzên DYA’yên li ser herêmên başûrê Yemenê de bi kêmanî 9 çeteyên "El Qaîda" hatine kuştin.
Berpirsê ewehiyê ji parêzgeha Ebînê diyar kir ku ji 9 çeteyan El Qaîdayê yek jî serçeteyekî xwecih e. Her wiha aşkera kir ku êrişên DYA’yê li herêmeke çiyayî hatin kirin ku rêxistina "El Qaîda" lê çalak in.
(bb)