Li Bexdayê balafirek bê mirov hate xistin

Fermandariya Operasyonê ya Bexdayê ragihand ku hêzên wan danê siharê balafirek bê mirov li bajarokê Medayna xistine xwarê.

Li Bexdayê balafirek bê mirov hate xistin
1 tîrmeh, 2025   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonê ya Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro balafirek bê mirov li bajarokê Medayna ya dikeve sînorê parêzgeha Bexdayê, ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin.

Hate gotin ku balafir tije teqemenî bû û piştî ku ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin, lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye îro danê siharê 3 muşek li nêzî balafirxaneya navneteweyî ya Kerkûkê jî ketibûn xwarê û bi 12 balafirên bê mirov jî êrişî bîrên petrolê yên li Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedînê hatibû kirin.