Li Xezayê 3 kes hatin kuştin

Çavkaniyên filistînî ragihand ku li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

Li Xezayê 3 kes hatin kuştin
8 adar, 2025   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku hêzên Îsraîlê bi balafireke bê mirov li herêma Ebû Helawa ya rojhilatê bajarê Refehê yê başûrê Xezayê komeke welatiyan bombebaran kir û di encama bombebaranê de 2 kes hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

Li gorî heman ajansê, kuştî ji bo nexweşiya Ewropî ya li Xan Yûnisê hatin veguhestin.

Televîzyona El Aqsayê ragihand ku hêzên Îsraîlê taxa Tenûr a rojhilatê bajarê Refehê bomebaran kir û di encamê de filistîniyek hat kuştin.

Li gorî WAFA’yê, ji duh bi şev ve, hêzên Îsraîlê bi tank û balafirên bê mirov bajarê Refehê topbaran û bombebaran dikin. Ajansê diyar kir ku li taxên Ciniyê, Şewka û Til Sultan malên welatiyan zerar bûn.

(bb)