Îsraîlê êrişeke berfireh li ser başûrê Lubnanê pêk anî

Çavkaniyên fermî yên Lubnanê ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê bi dehan caran çend deverên li başûrê welêt bombebaran kirine.

Îsraîlê êrişeke berfireh li ser başûrê Lubnanê pêk anî
8 adar, 2025   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Natinoal News a Lubnanê (NNA)  ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bi dehan caran li pey hev çend deverên li başûrê welêt bombebaran kirin.

Ajansê duh înê eşkere kir ku hêzên asmanî yên Îsraîlê girê Zagrabînê li Cebel El Rayhanê li herêma Cezîn û navbera bajarokên Yatir û Ziqîn bombebaran kirine û ev agahî dan: "Balafirên şer ên Îsraîlê geliyek li bajarokê Babliyeyê jî bombebran kirin û bi tundî êrişî herêma Tebna û herêmê Mirsi yan di navbera bajarokên Ensa û Zerariyê de kirin."

Berdevkê artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, "Beriya demeke kurt artêşê dest bi operasyonan ser navendên leşkerî yên rêxistina Hizbullah li başûrê Lubnanê kir, ku çek û bargehên avêtina mûşekan ên rêxistinê hatin dîtin" her wiha got: "Hebûna van çek û bargehên avêtina mûşekan di wan deveran de, ji bo Îsraîlê metirsiyeke."

(k)