Li Washingtonê di navbera Îsraîl û Lubnanê de gerek nû

Bi nêzbûna bidawîbûna agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de gerek nû ya danûstandinan li Washingtonê di navbera her du aliyan de dest pê kir.

Li Washingtonê di navbera Îsraîl û Lubnanê de gerek nû
14 gulan, 2026   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî agahdar diyar kir ku danûstandinên Lubnan û Îsraîlê li Washingtonê dest pê kirin û dê du rojan berdewam bikin. Dîplomat anî ziman ku her du aliyan piştî saet 9:00ˊê sibê bi dema herêmî (1:00ˊê piştî nîvro GMT) li Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) dest bi danûstandinan kiriye.

Berî destpêkirina danûstandinan, îro Îsraîlê êrşî başûrê Lubnan kir û ragihand ku wan li gelek deveran binesaziya Hizbullahê hedef girtiye. Ev êriş piştî ku Îsraîlê hişyariyên valakirinê ji hejmarek bajarok û gundan re dane, pêk hatin.

Danûstandinên îro piştî du gerên li ser asta balyozan li Washingtonê pêk tên. Gera dawî di 23ˊê Nîsanê de li Koşka Spî hat lidarxistin. Di wê demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump dirêjkirina 3 hefteyan a agirbestê ragihandibû û geşbîniya xwe ya li ser gihîştina rêkeftinek dîrokî anîbû ziman.

Trump wê demê gotibû ku di dema agirbestê de dê agirbest 3 hefteyan dirêj bibe û roja yekşemê bi dawî dibe, ew ê li Washingtonê mêvandariya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokkomarê Lubnanê Cozêf Ew bike da ku yekem civîna dîrokî ya di navbera her du aliyan de li dar bixin. Lê ji ber ku serokê Lubnanê israr kir ku berî civînê êrişên Îsraîlê bi dawî bike û lihevkirinek ewlehiyê bi dest bixe, civîn di navbera Ewn û Netanyahu de pêk nehat.

(fr)