Koşka Spî: Trump û Xi li ser pêwîstiya vekirîhiştina Hurmuzê li hev kir

Koşka Spî di daxuyaniya têkildarî lûtkeya ku îro di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û hempîşeyê wî yê Çînî Xi Jinping de hatiye lidarxistin de bi bîr xist ku wan di civînê de li ser pêwîstiya vekirîhiştina Tengava Hurmuzê ji bo misogerkirina herikîna azad a dabînkirina enerjiyê li hev kir.

Koşka Spî: Trump û Xi li ser pêwîstiya vekirîhiştina Hurmuzê li hev kir
14 gulan, 2026   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî îro, di daxuyaniyekê de diyar kir ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping di civîna xwe ya îro li Pekînê de li ser pêwîstiya vekirîhiştina Tengava Hurmuzê li hev kir.

Serokatiya DYAˊyê destnîşan kir ku "her du aliyan li ser pêwîstiya vekirîhiştina Tengava Hurmuzê ji bo piştgiriya herikîna azad a enerjiyê li hev kir."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan her wiha li ser zêdekirina kirînên Çînê yên berhemên çandiniyê yên Amerîkî nîqaş kirin.

Berpirsekî Koşka Spî jî got her du welatan li hev kir ku nabe Îran bibe xwedî çeka nukleerî.

(fr)