Ahenga îmzekirina pirtûka “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de ahenga îmzekirina pirtûka helbestan a nivîskar Kemal Necim a bi navê “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat. Nivîskar di ahengê de helbestek li ser şehîdan xwend û pirtûka xwe ji xwîneran re îmze kir.

Ahenga îmzekirina pirtûka “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat
Ahenga îmzekirina pirtûka “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat
14 gulan, 2026   18:30
QAMIŞLO

Di 12’ê Gulanê de Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan), bi dirûşma “Zimanê Me Mafê Me Yê Rewa Ye”, Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Pirtûkxaneya Şilêr a bajarê Qamişloyê li dar xist. Di pêşangehê de ahengên îmzekirina pirtûkan jî pêk hatin. 

Îro jî ahenga îmzekirina pirtûka helbestan a nivîskar Kemal Necim a bi navê “Rojnivîsên Beybûnê” pêk hat. Nivîskar di pirtûkê de cih daye 28 helbestên li ser şehîdan, neteweyî, xweza û evîniyê. Pirtûk di sala 2024’an de ji aliyê Weşanxaneya Şilêr ve hatiye çapkirin.

Nivîskar Kemal Necim beriya ku pirtûka xwe îmze bike, helbestek ji pirtûkê ku li ser şehîdan nivîsîbû xwend.

Piştre pirtûkên xwe ji xwîneran re îmze kir.

Nivîskar Kemal Necim di sala 1969’an de li bajarê Girgê Legê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. 7 berhemên wî yên helbestî bi zimanên Kurdî hene.

Dê îro Weşanxaneya Şilêr ji bo keda wan a di pêşxistina zimanê Kurdî de xelatan pêşkêşî Mihemedê Pîrê, Viyan Hesen, Merwan Berekat û Evîn Teyfûr bike û pêşangeha pirtûkan bi şahiyekî bi dawî bibe.

(bî/fr)

ANHA