Li Kobanê oksîjen diqede, rewşa pitikan di xetereyê de ye

Cîhan Xelîl diyar kir ku li nexweşxaneya welidandinê ya Kobanê oksîjen diqede û pitik rû bi rûyî mirinê ne. Cîhan Xelîl banga lezgîn a rakirina dorpêçê kir.

Li Kobanê oksîjen diqede, rewşa pitikan di xetereyê de ye
29 ÇILE, 2026   13:35
KOBANÊ
DICLE EHMED

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, êrişên xwe li ser bajarê Kobanê didomînin û ji 11 rojan ve dorpêçeke giran danîne ser bajar. Hemwextî wê av, ceyran û înternet li ser Kobanê ku bi deh hezaran koçberên ji Efrîn, Reqa, Şehba û Tebqayê lê bi cih bîne, qut kirine. 

Yek berpirsa nexweşxaneya welidandinê ya Kobanê Cîhan Ehmed der barê bandora dorpêçê ya li ser beşa pitikan a nexweşxaneyê de ji ajansa me re axivî.

Cîhan Xelîl da zanîn ku li nexweşxaneyê 8 pitik di kuvozan de ne, lê ceyran bi temamî li ser bajar qut e.

Cîhanê anî ziman ku pêdiviya nexweşxaneyê ya lezgîn bi oksîjenê heye û got: "Niha 2 pomp tenê hene. Çend rojên pêş dê oksîjen biqede. Ev yek xetereyeke mezin li ser jiyana zarokan çêdike."

Cîhan Xelîl diyar kir ku şîr û derman hema bêje diqedin û anî ziman ku rê nayê dayîn ku pêdiviyên bijîşkî derbasî bajar bibin û rewş roj bi roj dijwartir dibe û got: "Berê dema beşa kuvozan a nexweşxaneya welidandinê tijî dibû, me pitik dişandin nexweşxaneyên din ên bajar, lê îro ji ber oksîjen li nexweşxaneyên din qediyaye, ev nexweşxane ya yekane ye ku rewşên giran pêşwazî dike."

Cîhan Xelîl diyar kir ku xetereyeke mezin li ser jiyana pitikên ku hewcedarî oksîjenê heye û ev agahî parve kirin: "Nexweşxane rojane nêzî 10 zarokên ku pêdiviya wan bi kuvozan û oksîjenê heye, pêşwazî dike. Di kêmî hefteyekê de dê oksîjen bi temamî biqede. Ev jî tê wateya ku jiyana wan zarokan dê bikeve xetereyê."

ZAROKÊN LI DERVEYÎ NEXWEŞXANEYAN JÎ DI XETEREYÊ DE NE

Ne tenê zarokên li nexweşxaneya, di heman demê de bi hezaran zarokên li derveyî nexweşxaneyê ji ber qutbûna av, ceyran, pêdiviyên bingehîn zehmetiyên mezin dikişînin.

BANGA LEZGÎN

Cîhan Xelîl bangeke lezgîn li saziyên tenduristiyê yên navneteweyî û saziyên ku bi mafên zarokan eleqedar dibin kir û got: “Beriya ku komkujiyeke bêdeng li dijî pitikan çêbe, divê tavilê dorpêç were rakirin. Divê derman, sotemenî, oksîjen û pêdiviyên bijîşkî derbas bibin. Gel di rewşeke karasetî de ye. Ne tenê zarokên kuvozan, di heman demê de bi hezaran zarok ji ber dorpêçê êşê dikişînin.”

(b)