Yek ji bîra Qamişloyê di bin xetereya hilweşandinê de ye

Şehrezat Sînemaya ku ji nîvê sedsala bîstan ve bûye yek ji sembolên Qamişloyê, niha di bin xetereya hilweşandinê ye.

Yek ji bîra Qamişloyê di bin xetereya hilweşandinê de ye
Yek ji bîra Qamişloyê di bin xetereya hilweşandinê de ye
Yek ji bîra Qamişloyê di bin xetereya hilweşandinê de ye
Yek ji bîra Qamişloyê di bin xetereya hilweşandinê de ye
Yek ji bîra Qamişloyê di bin xetereya hilweşandinê de ye
29 hezîran, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

 Li navenda bajarê Qamişloyê, sînemaya Şehrezat a havînê ku bi salan şahidê jiyana bajêr kiriye, niha di bin xetereya hilweşandinê de ye. Sînemaya Şehrezat, di sala 1940’an hatiye çêkirin û heta sala 2000’î film lê hatinê nîşandan. Li Sînemaya Şehrezat di havînan tenê de film dihatin nîşandan wekê sînemaya havînê dihat binavkirin û naskirin.

Îro sînema Şehrezat ku bi salane nayê bikaranîn, di bin xetereya hilweşandinê ye. Li gor agahiyên me ji kesên sînamager girtine, niha li şûna wê dê avahiyek din were çêkirin.

Li gorî sînamager, rewşenbîr û çalakvanên çandê, sînemaya Şehrezat ne tenê avahiyek kevin e, lê beşek ji bîra kolektîf û mîrasa çanda kevnar a Qamişloyê ye.  Divê ji bo nifşên nû were parastin û restorekirin.

Sînamaya Şehrezat cihê keyfxweşî û şahiyê bû. Bi salan niştecihên bajarê Qamişlo li wir kom dibûn. Kesên ku nikarîbûn bilêt bistînin, li ser dîwarên derveyî sînemayê hildikişiyan û ji wir fîlman temaşe dikirin. Ev dîmen hîn jî di bîra gelek kesan de wekî beşek ji jiyana kevneşopî ya bajêr dimîne.

ANHA