Li Urdunê hilbijartinan dest pê kir

5 milyon urdunî ji vê sibê ve dengên xwe didin û çaverê ye ku encamên hilbijartinan piştî 48 saetan werin aşkerakirin.

 Li Urdunê hilbijartinan dest pê kir
10 îlon, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di bin çavdêriya Desteya Serbixwe ya Hilbijartinan de, zêdetirî 5 milyon hilbijêr li Urdunê ji vê sibe dengên xwe didin. Hezar û 643 namzet ketine pêşbirka hilbijartinan.

Dengdayînê saet 07:00`an dest pê kir û dê saet 19:00`an de bi dawî bibe. Çaverê ye ku encamên wê piştî 48 saetan werin aşkerakirin.

Çileya 2022`yan parlamentoya Urdunê gelek guhertin di qanûnên hilbijartin û partiyan de çêkirin. Piştî wan guhertinan, ev hilbijartinên yekemîn in ku li welêt li dar dikevin.

Parlamentoya Urdunê ji 2 beşan pêk tê, yek Meclisa Rûspiyan e ku ji aliyê qral ve tê diyarkirin û beşa din jî Meclisa Parlamenteran e ku endamên wê tên hilbijartin.

(şx)