Li Tirbespiyê turnuvayê futbolê

Bi beşdariya 10 tîmên ji bajarê Tirbespiyê turnuvayeke futbolê bi navê şehîd Çiya Rizgar hat lidaxistin. Di turnuvayê de tîma gundê Sîhayê bi ser ket.

Li Tirbespiyê turnuvayê futbolê
Li Tirbespiyê turnuvayê futbolê
Li Tirbespiyê turnuvayê futbolê
Li Tirbespiyê turnuvayê futbolê
Li Tirbespiyê turnuvayê futbolê
Li Tirbespiyê turnuvayê futbolê
Li Tirbespiyê turnuvayê futbolê
4 cotmeh, 2025   13:51
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi tevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tirbespiyê turnuvayeke futbolê bi navê şehîd Çiya Rizgar organîze kir.

Ji tevahî pêkhateyên Tirbespiyê (Kurd, Ereb û Suryan) 10 tîm beşdarî turnuvayê bûne ku li stadyuma bajar hat lidarxistin.

Beriya ku turnuva dest pê bike, deqeyekê rêz hat girtin. Piştre ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Sefa Hesen axivî. Sefa Hesen diyar kir ku ewlehî û aştiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhema keda şehîdan e. Sefa destnîşan kir ku ev turnuva peyama aştiyê ya ciwanan ji bo tevahiya cîhanê ye.

Piştî axaftinan maçan dest pê kir. Tîma gundê Sîha û tîma Medya ku gihaştin qonaxa dawîn a turnuvayê, li hemberî hev lîst. Di dawiyê de tîma gundê Sîhayê (3-0) bi ser ket.

Di dawiya turnuvayê de Komîteya Ciwanan xelat li tîmên serketî û lîstikvanan belav kirin.

Turnuva ji bo bîranîna endamê Koordînasyona Komeleyên Ciwanan Rizgar Çiya (Arjîn Yavuz) hat lidarixstin ku 25’ê Tebaxa îsal ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû.

(bb)

ANHA