Mehmûd Ebas: Em bi niyet in hilbijartinan li dar bixin

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas anî ziman ku ew bi niyet e ku piştî bidawîbûna şer hilbijartinan li dar bixe û destûreke demkî ya dewletê binivîsin.

Mehmûd Ebas: Em bi niyet in hilbijartinan li dar bixin
4 cotmeh, 2025   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ragihand ku ew difikire piştî bidawîbûna şer, di nava salekê de hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê li dar bixe. Ebas anî ziman ku ji bo nivîsandina destûreke demkî ya welat di nava 3 mehan de bi niyet e komîteyekê ava bike, her wiha qanûnên têkildar biguherînin da ku li gorî rêgezên navneteweyî û prensîbên çareseriya “du dewletan” bin.

Ebas bang li tevahî hêz û saziyên nîştimanî kir ku di vê qonaxa krîtîk de berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha got: "Gelê Filistînê bi israr ber bi bidestxistina azadî û serxwebûna xwe û avakirina dewleta xwe ve diçe ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e.”

Serokê Filistînê destnîşan kir ku rêveberî neçar e nexşerêyeke ji nû ve avakirina saziyên dewletê û xurtkirina serdestiya hiqûqê û yekitiya neteweyî çêke û got: "Ev gav li gorî sozên ku rêveberiya Filistînê ne ku di Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî ya li New Yorkê de dabû."

Ebas anî ziman ku şertên namzetiyê hilbijartinan dê li gorî bernameya siyasî ya Rêxistina Rizgariya Filistînê û Însiyatîfa Aştiyê ya Ereban, hebûna desthilateke ewlehiyê ya yekgirtî û pergaleke hiqûqî ya yekgirtî ve girêdayî bin.

(bb)