Koçberên Serêkaniyê ji bo vegera ewle kampanya da destpêkirin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxwaza vegera ewle ya li warê xwe, kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.

4 cotmeh, 2025   13:53
HESEKÊ

Bi boneya nêzîkbûna salvegera 6’an a dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxwaza vegera ewle ya li warê xwe, kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Kampanyaya bi dirûşma "6 sal ji koçberiya bi darê zorê, vegera ewle mafê me yê rewa ye" li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên li Hesekê dest pê kir.

Beriya ku kampanya dest pê bike, hevserokê Meclisa Kampa Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed axivî û bi bîr xist ku di encama dagirkirina Serêkaniyê de bi kêmanî 200 hezar sivîl koçber bûne û bi sedan jî birîndar bûn. Her wiha anî ziman li Serêkaniyê sûcên şer, qetilkirin, talankirina milkan û guhertina demgorafîk têne kirin.

Mihemed bang li saziyên navneteweyî û rêxstinên mafên mirovan kir ku berpirsyarên xwe yên qanûnî û mirovî pêk bînin, tavilê dawî li dagirkeriyê bînin û vegera ewle ya koçberan li ser warên wan mîsoger bikin.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ku 6 sal e Serêkaniyê dagir kiriye, li pêşiya civaka nanveteweyî û Neteweyên Yekbûyî binpêkirin û qetilkirinan didomîne.

Cemîn got ew ji mafên xwe yên vegera ewle ya li ser warê xwe nayên xwarê. Her wiha da zanîn ku dê têkoşîna bi daxwaza mafên xwe yên rewa bidomînin.

Piştî axaftinan, koçberên li her du kampan ji bo vegera ewle îmzeyên xwe dan.

Kampanya dê 2 rojan dewam bike. Îmzeyên werin komkirin dê radestî Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê re werin kirin.

(bb)

ANHA