Li Tirbespiyê meşa piştevaniya bi QSDˈê re

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û diyar kir ku li gorî şerê gel ê şoreşgerî dê li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinin.

Li Tirbespiyê meşa piştevaniya bi QSDˈê re
Li Tirbespiyê meşa piştevaniya bi QSDˈê re
Li Tirbespiyê meşa piştevaniya bi QSDˈê re
Li Tirbespiyê meşa piştevaniya bi QSDˈê re
Li Tirbespiyê meşa piştevaniya bi QSDˈê re
Li Tirbespiyê meşa piştevaniya bi QSDˈê re
7 ÇILE, 2025   14:20
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên ji pêkhateyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bi meşekê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman. Şêniyan bi vekirina pankartên "Em hemû QSD ne… QSD rûmeta me ye" û bilindkirina alên QSD û YPJˈê ji pêşiya avahiya Kongra Star dest bi meşê kir.

Girse li kolanên bajar meşiya û li pêşiya avahiya meclisa bajar rawestiya. Li wir ji rêveberên Meclisa Kongra Star a Tirbespiyê Xaliya Ehmed axivî. Xaliya bal kişand ser berxwedana YPJ û YPGˈê û bi bîr xist ku ji destpêka şoreşê ve YPJ û YPGˈê erka parastina axa Sûriyeyê girtiye ser xwe û li hember êrişên çeteyan û yên dagirkeriyê li ber xwe didin û wiha domand: "Yên îro dibêjin bila QSD çekê deyne, dewleta Tirk a dagirker e û kesên ku hewl didin Sûriyeyê wêran bikin."

Xaliya anî ziman ku pêkhateyên Tirbespiyê ji bo piştgirtiya QSDˈê ev meş li dar xistiye û amade ne ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û şoreşê her tiştî bikin.

Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana QSDˈê" û "Bijî berxwedana Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê" bi dawî bû.

(bb)

ANHA