Foza Yûsif: Ji bo siberoja Sûriyeyê modela Rêveberiya Xweser a herî guncaw e

Foza Yûsif di komxebata şêwirê de axivî û got pergala Rêveberiya Xweser dikare bibe modela çareseriyê li Sûriyeyê bi giştî û diyar kir ku Sûriyeya azad û nenavendî, tenê bi beşdariya çalak a jinan tê bidestxistin.

Foza Yûsif: Ji bo siberoja Sûriyeyê modela Rêveberiya Xweser a herî guncaw e
7 ÇILE, 2025   14:23
HESEKÊ

Komxebata şêwirê ya jinan li Hesekê didome. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd, endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di şêwirê de axivîn.

Foza Yûsif di aaxaftina xwe de şehîdên ji bo doza jinan û parastina herêmê canê xwe feda kirine bi bîr anîn û berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê silav kir.

Fozayê ketina rejîma Sûriyeyê li jinên sûriyeyî pîroz kir û got: "Jinên berxwedê lieniyên parastinê, ji cîhanê re îsbat kirin ku jin ne tenê şirîkê şoreşê ye lê pêşenga şoreşê, minareya ku rêya her kesî ber bi siberojeke baştir ve ronî dike. Rizgarkirina Sûriyeyê ji destê Baasê gaveke girîng di dîroka me de. Lê rêya têkoşînê berdewam e. jinên sûriyeyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim sembola berxwedanê û têkoşînê."

Foza Yûsif destnîşan kir ku di dîroka têkoşîna jinan de tecrubeya Rêveberiya Xweser taybet e, ruxmî astengiyan û zehmetiyan bi ser ket û jinan di Rêveberiya Xweser de isbat kir ku jin dikare rêveberiyê bike.

Fozayê destnîşan kir ku saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya pêkhateyan, xuya kir ku rêgeza hevbeşiyê ku maf dide jinan ku pêşengiyê bike, ji bo avakirina civakeke adil û wekhev rêya yekane ye.

Fozayê bal kişand ser berxwedana jinan li herêmê û got: "Em nikarin tiştê nli Şamê rû didin paşguh bikin. Banga fikrê baviksalarî ya radîkal tê kirin. Rejîma Sûriyeyê ya nû, li şûna ku ji tecrubeya Rêveberiya Xweser sûdê bigire, dûrxistin û sînordarkirina rola jinan hilbijart. Mixabin, kesayeta yekemîn a ku nûnertiya jinan dike, li dijî zayenda xwe axivî û îdia kir ku karê jinan mal û mezinkirina zarokan e, ev fikrê paşverû, hewldaneke bêhêvî ya vegerandina jinan ji daîreya koletiyê û di bin kontrola hegemonya baviksalariyê de ye."

Fozayê destnîşan kir ku îro li hev kombûne ji bo ku ev model ji bo siberoja Sûriyeyê ne pêkan e, siberoja Sûriyeyê bi destê jinan e û modela Rêveberiya Xweser ku jin tê de rêveber, têkoşer û siyasetmedar e.

Foza Yûsif di dawiyê de got: "Avakirina Sûriyeya nenavendî, azad, wekhev û demokratîk xewna jinan e. Em bang li jinan dikin ku ji bo ku em vê armancê bi dest bixin bibin yek û modelekê wisa pêşkêş bikin ku nifşên bê li ser wê bimeşin."

(şx)

ANHA