Şêniyên Holê banga seferberiyê bersivand

Şêniyên bajarê Holê careke din piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û diyar kir ku dê destkeftiyên şoreşê û axa xwe biparêzin.

Şêniyên Holê banga seferberiyê bersivand
Şêniyên Holê banga seferberiyê bersivand
Şêniyên Holê banga seferberiyê bersivand
Şêniyên Holê banga seferberiyê bersivand
Şêniyên Holê banga seferberiyê bersivand
Şêniyên Holê banga seferberiyê bersivand
7 ÇILE, 2025   14:12
HESEKÊ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî ya ji aliyê QSD û Rêveberiya Xweser ve li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatiye ragihandin, didomînin.

Di vê çarçoveyê de, Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên bajarê Holê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan ciwanên tev li serferberiyê bûne, hate dayîn.

Rêveberê HPCˈê Heter El Kemer ê daxuyaniyê xwend bal kişand ser hesasiyetê pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe û got ev qonax dê siberoja Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bike.

Di daxuyaniyê de peyama piştgiriya bi QSD’ê û projeya Rêveberiya Xweser re hate dayîn. Hate gotin dê destkeftiyên herêmê biparêzin.

Di daxuyaniyê de berxwedana şervanan a li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê hat silavkirin û bang li şêniyan hat kirin ku cihê xwe di refên pêşîn ên berxwedana parastina erd û gel de bigirin.

(bb)

ANHA