Li Til Temirê nexweşiya zerikê zêde bûye 

Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng a li Til Temirê ragihand ku hejmara nexweşên zerikê  (hepatît) zêde bûye û diyar kir ku rojane 2 -3 nexweşên kezebê tên nexweşxaneyê.

11 mijdar, 2025   14:42
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê hejmara kesên bi nexweşiya zerikê (hepatîtê) ketine zêde bûye. Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng a girêdayî Heyva Sor a Kurd  rojane pêşwaziya 2- 3 nexweşan dike.

Sedema zêdebûna nexweşiyê kêmbûna ava vexwarinê ya paqij e. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê ku çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ya bajarên Til Temir û Hesekê û gundewarên derdora wan e qut kiriye. Şênî debara xwe bi ava sarîcan dikin.  

Bijîşkê zarokan li Nexweşxaneya Şehîd Zaw Sing Dr. Samî Mamo diyar kir ku hejmara nexweşên zerikê ji nîvê Cotmehê ve zêde dibe û got: "Rojane 2-3 nexweş ku piraniya wan zarok û kesên bi temen in serî li nexweşxaneyê didin. Hin ji wan hewceyê çavdêrî û dermankirina lezgîn in. "

Mamo wiha lê zêde kir, "Piraniya rewşên nexweşiyê ji ber ava nepaqij an jî xwarina xwarina qirêj û kêmbûna zanyariyên tenduristiyê di nav hin malbatan de ye. "

Dr. Samî Mamo ji şêniyan xwest ku tedbîrên bingehîn ên pêşîlêgirtinê bigirin û got: "Ya herî girîng şûştina destên xwe bi sabûn û avê, xwarinên vekirî an jî ji xwarinên ji çavkaniyên ne pêbawer nexwin. Eger nîşanên wekî zerbûna çavan, vereşîn û westandina zêde xuya bibin, tavilê herin nexweşxaneyê. "

Piştî zêdebûna hejmara nexweşan Heyva Sor a Kurd bi rêya Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng û bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser dest bi kampanyayên hişyariyê yên rojane li tax, dibistan û navendên xizmetguzariyê yên bajêr kir, da ku nîşanên nexweşiyê û rêbazên pêşîlêgirtina wê bidin nasîn.

(k)

ANHA