Li Til Temirê komeke din a jinan tev li seferberiya parastinê bû

Li bajarê Til Temirê 24 jinên din tev li seferberiya giştî bûn ku ji aliyê QSDˈê ve li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatiye ragihandin.

Li Til Temirê komeke din a jinan tev li seferberiya parastinê bû
Li Til Temirê komeke din a jinan tev li seferberiya parastinê bû
Li Til Temirê komeke din a jinan tev li seferberiya parastinê bû
Li Til Temirê komeke din a jinan tev li seferberiya parastinê bû
Li Til Temirê komeke din a jinan tev li seferberiya parastinê bû
Li Til Temirê komeke din a jinan tev li seferberiya parastinê bû
Li Til Temirê komeke din a jinan tev li seferberiya parastinê bû
6 ÇILE, 2025   15:02
HESEKÊ

Di çarçoveya seferberiya giştî de ku QSDˈê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihandiye, li bajarê Til Temirê 24 jinên din tev li dewreyeke perwerdeyê ya bikaranîna çekan bûn.

24 jin bi armanca ku li dijî êrişan piştevaniya QSDˈê bikin, fêrî vekirin, siwarkirin û bikaranîna çekan dibin.

Dewreya perwerdeyê ya fêrkirina bikaranîna çekan ji aliyê PYDˈê ve hatiye birêxistin û endamên HPCˈê çavdêriya wê dikin.

Leyla Silêman beşdarî dewreya perwerdeyê bûye, got: "Ez û çend jinên din tev li perwerdeya bikaranîna çekan bûne da ku piştevaniyê bidin QSD û YPJˈê û herêmên xwe ji êrişan biparêzin."

Di 4ˈê Çileyê de jî 25 jinên din beşdarî dewreya fêrkirina bikaranîna çekan bûbûn. Dewreya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li ser disekinin, ji aliyê Kongra Star ve hatibû birêxistinkirin.

(bb)

ANHA