Şehîd Ehmed Mihemed hat oxirkirin

Şervanê QSDˈê şehîd Ehmed Mihemed bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li Tebqayê hat oxirkirin.

Şehîd Ehmed Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Mihemed hat oxirkirin
Şehîd Ehmed Mihemed hat oxirkirin
6 ÇILE, 2025   14:59
TEBQA

Tevî nûnerên Rêveberiya Xweser, şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji Efrîn û Şehbayê  şervanê QSDˈê Ehmed Mihemed ku 3ˈyê Çileyê li bajarokê Curniye şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan oxir kir.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayîl axivî û diyar kir ku bi saya keda şehîdan gelê herêmê bi aramî dijî.

El Sayîl soza şopandina xeta şehîdan û parastina herêmê ji êrişên dagirkeriyê da.

Serokê Weqfa Al El Beyet a kantona Tebqayê Ednan Îlêwî jî got: "Meşa li ser xeta şehîdan wê heya rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî dewam bike. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Ehmed Mihemed hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat definkirn.

(bb)

ANHA