5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet 5 cangoriyên azadiyê oxir kirin.

5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
5 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
6 ÇILE, 2025   15:11
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê sazî û dezgehên girêdayî rêveberiya xweser bi merasîmeke biheybet şervanên QSD`ê Zûhêr (Zûhêr Elî), Mêrxaz (Mêrxaz Ibrahîm), Mistefa (Misatefa Hemo) ên ku di 3`yê Çile li Cirniyê, her wiha şervanên YPJ`ê Sozdar (Zeyneb Ebdullqadir), Rojhilat Ereb (Fatme Melek) ên ku di 2`yê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bûbûn, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê oxir kirin.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, şêx Murşîd Meşûq El Xiznewî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Şêx Murşîd diyar kir ku îro rojeke dîrokî ye ku ew li keleha berxwedanê ne û got: “Em li Rojava di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Îro jî roja man û nemanê ye. Yan mayîn û yan jî nemayînê ye. Di vê demê de em sedsalên xwe dinivîsin. Em tu carî xwîna keç û xortên xwe li erdê nahêlin. Em heta dawiyê li derdora tevgera xwe ya siyasî kom bibin, em ê di bin wê sîwanê de jî bi ser bikevin.”

Xiznewî anî ziman ku dijmin dixwaze Kobanê tune bike û got: “Kobanê nakeve û dê nekeve û dê her tim li hember dijmin serî hilde û wê bi ser bikeve. Em soz didin şehîdên xwe ku tu carî xwîna wan li erdê nehêlin.”

Ji Rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman sersaxî ji malbata her 5 şehîdan re xwest û got: “Dijmin ji hêza me ditirsin, ji ber ku em xwedî hêza xwe ne. Van şehîdan jî hêza xwe ji şehîdên beriya xwe girtibûn. Lê em jî soz didin rêya şehîdan ku em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û her tim planên dijmin têk bibin. Em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin, şopdarên rêya şehîdan bin.”

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşma 'Şehîd namirin' hatin definkirin.

(sş/bb)

ANHA