Li Tertûsê 17 kes hatin kuştin

Li parêzgeha Tertûsê 14 çekdarên Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî û 3 çekdarên din hatin kuştin.

Li Tertûsê 17 kes hatin kuştin
26 kanûn, 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê, li gundewarên Tertûsê 14 endamên wê di kemîneke leşkerên rejîma berê de hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku li Tertûsê piştî ku hêzên ewlehiyê hewl da efserekî berê yê rejîma Beşar Esed bigirin, şerek derket û di encamê de 17 kes hatin kuştin.

Li gorî SOHRˈê, li devera Xirebe Mazeyê dema bersiva hewldana destgîrkirina efserekî berê û serokê Dadgeha Meydanî û berpirsekî sûcên li girtîgeha Seydnayayê kirin, şer derketiye.

(bb)