Li Xezayê 5 rojnamevan hatin qetilkirin

Artêşa Îsraîlê li Xezeyê li wesayita weşana zindî ya televîzyona El Kuds El Yevm bombebaran kir. Di êrişê de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Li Xezayê 5 rojnamevan hatin qetilkirin
26 kanûn, 2024   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya hikumeta li Xezeyê Îsraîlê li kampa penaberan a Nûsayratê ya li Şerîda Xezeyê bombe li wesayiteke weşana zindî ya televîzyona El Kus El Yevm (alqudstoday-tv) barandin. Di encama êrişê de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ofîsê de hat diyarkirin ku di êrişê de nûçegihanê wêneyan Eymen el-Cedy û rojnamevan Faysal Ebu el-Kumsan, Îbrahîm eş-Şeyh Alî, Mûhammed el-Led û Fadî Hassûne jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hejmara rojnamevanên di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Şerîda Xezeyê de jiyana xwe ji dest dan derketiye 201 kesî.

(a)

ANHA