Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çete û dagirkeran derbên giran xwarin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku wan tevahî hewldanên dagirkirina Bendava Tişrînê û gundên derdora wê têk birine û got "Me derbên giran li çete û dagirkeran xistin."

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çete û dagirkeran derbên giran xwarin
26 kanûn, 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê qala berxwedana xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bendava Tişrînê û gundên derdora wê kir û îdiayên çeteyan derewandin.

Şervanekî diyar kir ku wan dagirkerên Tirk û çeteyên wê ji herêmê qewitandin û gelek gundên herêma Bendava Tişrînê kontrol kirin û derbên giran li çete û dagirekran xistin. Şervanekî din destnîşan kir ku ew ê herêmê diparêzin û berdêl çi dibe bila bibe dê nehêlin dagirker û çete pêşde biçin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8ˈê kanûnê ve bi balafirên bê mirov ên bi çek û balafirên şer û çekên giran êrişî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê û derdorê wê dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan didin.

(bb)

ANHA