Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hate girtin

 Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hêzên TOL ên wan li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê girtiye ku amadekariya êrişekê dikir.

Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ`ê hate girtin
27 tîrmeh, 2025   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê operasyonê de bi vî rengî ye: “Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL), serçeteyekî DAIŞ`ê dema amadekariya êrîşekê dikir, girt. 

Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD`ê 20`ê Tîrmehê bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke ewlehiyê li dar xist û serçeteyê bi navê Ehmed El Teleb girt. Serçete emîrekî rêxistina terorîst bû û berpirsiyarê şaneyan û amadekarina amûrên teqemeniyê bû. Armanc dikirin ku li dijî sîvîlan û hêzên ewlehiyê êrîşan pêk bînin. Ev serçete, dema makîneyeke bombebarkirî çêdikir, ji aliyê hêzên TOL`ê ve hat girtin.

Ev operasyon di çarçoveya xebatên domdar ên li dijî terorê de li dar ket. QSD dê operasyonên xwe bi armanca parastina ewlehî û aramiya herêmê, bidomîne.”

(şx)