Li Tebqayê hêrsa li hemberî êrişan

Partî û saziyên sivîl ên li Tebqayê bi daxuyaniyan êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û bajarê Dêr Hafirê şermezar kirin û ji bo rawestandina êrişan bang kir.

Li Tebqayê hêrsa li hemberî êrişan
8 ÇILE, 2026   18:27
TEBQA

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Tebqayê, Meclisa Sivîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bajarê Meskenê yê Tebqayê, Meclisa Bajarê Dêr Hafirê yê Tebqayê bi daxuyaniyên cuda êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de  yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û bajarê Dêr Hafirê şermezar kirin.

Daxuyaniya PYD’yê li pêşiya avahiya partiyê ya li taxa Meqasim a bajarê Tebqayê ji aliyê rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a partiyê Xelef El Mistefa ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êriş û ambargoya li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin şermezarkirin. Hate gotin, ambargo krîza mirovî zêdetir dike û hişmendiya tundrawiyê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de  diyalog û pêkanîna peymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê wekî çareserî ji alozî û rêgirtina li ber şer hat binavkirin.

Meclisa Sivîl û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Meskene yên Tebqayê daxuyaniyek hevbeş da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Sivîl Îbrahîm El Hekar ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên li ser taxên navborî bi "Nemerdane" hat binavkirin û hate gotin, hedefkirina sivîlan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo rawestandina êrişan tavilê erkên xwe bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de her wiha banga pêkanîna peymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê hat kirin.

Meclisa Sivîl a bajarê Dêr Hafirê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê hevserokê meclisê Ednan Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Dêr Hafirê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku êriş binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê de banga bêşert a rawestandina tevahî êrişan û pêkanîna peymana 10’ê Adarê hat kirin.

(b)

ANHA