Ji Amedê peyama "Rojava serê netewand"

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî êrişên çeteyên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê yên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd meşeke girseyî li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir pêvajoya 2013 û 2015an bi bîr xist û got: “Hesaba şaş çawa ku Kobanî vegeriya, dê Helebê jî vegerê.”

Ji Amedê peyama "Rojava serê netewand"
8 ÇILE, 2026   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê bênavber didomin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Helebê bersiv didin êrişên çeteyan. Heta niha di êrişên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê de 10 kes şehîd bûne. Bi vê boneyê Plarforma Saziyên Dekmokratîk li Amedê meşeke girseyî li dar xist. Girse li Parka Koşuyoluyê heta AZCê Plazayê ya li Semta Ofîsê meş li dar xist. 

Di meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana HSD”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derkatina mirovahiyê ye”hat vekirin.  Hevserokên giştî yên DBPê, Hevşaredarên Amedê, parlamenterên DEM Partiyê yên hêrêmê, endam û nûnerên saziyên civakî, Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyên bajarê Amedê û gelek welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.

Dema ku girse hat li pêşiya Plazaya AZC Plazayê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê deaxivî.