Dêr Hafir hat topbarankirin, 3 kes birîndar bûn

QSDˊê ragihand ku komên çete yên hikumeta demkî bi çekên giran êrişî navenda bajarê Dêr Hafirê kir, di encamê de 3 welatî birîndar bûn, hemwextî wê dronek xwekuj a heman koman li bajarokê Curniyê yê Tebqayê hat xistin.

Dêr Hafir hat topbarankirin, 3 kes birîndar bûn
8 ÇILE, 2026   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên komên çete yên hikumeta demkî li dijî Dêr Hafir û Curniyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Komên ˋEmşatˊ ên girêdayî hikumeta Şamê vê êvarê navenda Dêr Hafirê bi çekên giran û guleyên hawanan topbaran kir, di encamê de 3 welatî birîndar bûn; zarok Melak Rakan El Cerab (16), zarok Ebdullah Mardilî (17) Mihemed Rakan El Cerab (25).

Girêdayî heman mijarê, gundê Um Edes ê rojhilatê Dêr Hafirê jî hat topbarankirin, lê heta niha tu agahiyên piştrast ên der barê zirarên ji ber êrişan de nehatine bidestin.

Hemwextî wê, hêzên me berêvarê droneke xwekuj a heman komê li asîmanê bajarokê Curniyê yê rojhilatê Tebqayê xist xwarê, lê tu zirarên madî yan jî mirovî nehatin qeydkirin.

Hêzên me diyar dikin ku ev rageşiya zêde gefên rasterast li dijî selametiya welatî û aramiya herêmê ye. Em ê tedbîrên xwe yên guncaw ên parastina şêniyan û bersivana xurt li dijî her êrişeke li dijî herêmên şêniyan dewam bikin."

(fr)