Li Tebqayê 19 kesên ketine nava têkbirina aramiya herêmê hatin girtin 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyoneke li Kantona Tebqayê de 19 kesên ku tevlî çalakiyên têkbirina aramiya herêmê bûne, girtin. Li gel van kesan gelek alavên leşkerî jî hatin desteserkirin.

Li Tebqayê 19 kesên ketine nava têkbirina aramiya herêmê hatin girtin 
27 kanûn, 2025   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin: 

“Hêzên me, roja Înê, (26’ê Kanûnê), li Kantona Tebqayê, li hemberî veşartgehên kesên ku di çalakiyên xirabkirinê de cih girtine û ewlehî-aramiya gelê herêmê tehdîd dikin operasyonek ewlehiyê pêk anî.

Di encama operasyonê de 19 kesên ku beşdarbûna wan a di çalakiyên xirabkirinê de hatiye tekezkirin û ji hêla dadweriyê ve dihatin xwestin, hatine girtin.  

Li gel kesên hatine girtin, gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî jî hatine girtin.

Alavên hatine desteserkirin wiha ne:

5 Çekên Kalaşnîkov.
2 Tifingên pompeyî.
2 Tifingên nêçîrê.
70 guleyên kalaşnîkov.
13 jarjor
23 kîlo barût.
Makîneyek kebisandinê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li hemberî her cure hewldan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê bêyî dudilî erka xwe ya parastina welatiyan, aramiya civakê bicîh bînin.