400 çalakvanan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

400 çalakvanên mafên mirovan û xelatgirên nobelê cezayê darvekirinê yê ku rejîma Îranê li girtiya siyasî Zehra Şehbaz Teberî biriye şermezar kir.

400 çalakvanan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin
27 kanûn, 2025   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

 400 çalakvanên mafên mirovan û xelatgirên nobelê yên li ser asta cîhanê, li dijî cezayê darvekirinê ku li girtiya siyasî ya bi navê Zehra Şehbaz Teberî daxuyaniyek da û banga betalkirina cezayê darvekirinê kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, bêyî amadebûna parêzeran û bi rêya online cezayê darvekirinê li Zehra Şehbaz Teberî hatiye birîn û bi sûcên siyasî hatiye tawanbarkirin. Hatiye gotin ku sedemê cezakirinê tenê ji ber hilgirtina tabloya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di 40 salên borî de desthilata Îranê cûdakariya zayendî ferz kiriye û bi hezaran girtiyên siyasî yên jin bi darve kiriye.

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Îran li ser asta cîhanê di nava welatên ku herî zêde cezayên darvekirinê li ser jinan pêktîne de cih digre. Dosya Zehra Şehbaz Teberî wê yekê nîşan dide ku jinên li dijî zilma desthilatê radibin, rûbirûyê cezayên darvekirinê dibin. Lê jinan şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dan destpêkirin û pêşengtiyê ji berxwedana seranserî ya li dijî Zilmê re kirin û bêdeng nabin.”

Di dawiyê de jî banga demildest berdana Zehra Şehbaz Teberî hatiye kirin û daxwaz ji tevahî welatên cîhanê hat kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Zehra Şehbaz Teberî (67) endazyara elektrîkê ye, xelkê bajarê Reşte û li parêzgeha Gîlan rudine. Roja 17’ê Nîsana 2025’an ji aliyê hêzên Îranê ve li mala wê bêy biryara dadwer hat binçavkirin. Ji aliyê Şaxa Yek a Dadgeha Şoreşê ya bajarê Reşt ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.