Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist

Odeya Bijîşkên Kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn ya di bin dirûşma "Tenduristî bingeha pêşketina civakê ye" li dar xist.

Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
Bijîşkên kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
27 kanûn, 2025   15:14
KOBANÊ

Odeya Bijîşkên Kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn ya dibin dirûşma "Tenduristî bingeha pêşketina civakê ye" li dar xist.

Konferans bi amadebûna bi dehan bajîşk û endamên Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kanton Firatê li hola Komîteya Lihevanînê hat lidarxistin.

Konferans bi deqeyek rêzgitin dest pê kir. Dûre Bijîşka Zarokan Şêrîn Elî rapora xebatên 2 salan ên odeyê xwend. Rewşa rêxistinî ya odeyê, her wiha rewşa qada tenduristiyê hatin nirxandin. Ji bo pêşxistinê jî pêşniyar hatin kirin.

Pişte hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê ya Kantona Firatê Enwer Mislim rewşa siyasî nirxand.

Di dawiyê de Meclisa Odeya Bijîşkên kantona Firatê hat avakirin ku ji 9 kesan pêk tê.

(sş)

ANHA