CPT: Ji ber êrişên Tirkiye û Îranê 425 kes şehîd bûn

Rêkxistina CPT’yê ragihand, ji sala 1991’ê heta Hezîrana 2024’ê ji ber dagirkerî û êrişên dewleta Tirk û Îranê 425 kes şehîd bûne û zêdetirî 170 gund jî ji ber êrişên dagirkeriyê hatine valakirin.

CPT: Ji ber êrişên Tirkiye û Îranê 425 kes şehîd bûn
14 tebax 2024   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîma Kurdistanî ya rêxistina CPT'ê ya Amerîkayê, îro danê êvarê li Otêla Rotana ya bajarê Silêmaniyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê semînerek li dar xist û bi civîneke çapemeniyê encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îranê eşkere kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de CPT’ê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îranê de herî kêm 845 kes birîndar bûn jiyana xwe ji dest da, ji wan 702 kes ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û 143 jî ji alyê Îranê ve bûne qurbanî.

Di berdewamê de CPT’ê eşkere kir ku ji van 194 zarok û 204 jin bûn û tê gumankirin ku ji wan 18 kes qurbaniyên çekên kîmyewî ne û zêdetirî 170 gundên Herêma Başûrê Kurdistanê hatine valakirin.

Di dawiyê de CPT’ê diyar kir ku di sala 2015’an de artêşa Tirk a dagirker gundê Zergelê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir û di encamê de 18 sivîl şehîd bûn. Ev yekemîn êrişa balafirên bêmirov e yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Her wiha piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta Tirk a dagirker û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ev bombebarana destpêkê bû. Bi giştî ji sedî 69 ji qurbaniyên sivîl ên Herêma Başûrê Kurdistanê ji ber bombebaran û êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker bûn.