Dagirker gundên din ên Şehbayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker topbarana gundên kantona Şehba û Efrînê zêde kir.

Dagirker gundên din ên Şehbayê topbaran dikin
14 tebax 2024   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, li kêlek topbarankirina gundên Şealê, Xerabşê, Til Enab û Dêr Qaqê, dewleta Tirk a dagirker gundên Hesaçik, Mezari Helîsa, Şêx Îsa, Xernata yên kantona Şehba û Efrînê bi dijwarî topbaran dike.

Heta niha zêdetirî 80 topan li wan gundan ketine û topbaran dewam dike.

(fr)