Kongra Star: Êrişa li dijî şêniyên Serêkaniyê şantajek e

Kongra Star êrişên li dijî koçberên Serêkaniyê yên ku vegeriyan bajara xwe şermezar kir. Kongra Star banga rawestandina tevliheviyan kir.

Kongra Star: Êrişa li dijî şêniyên Serêkaniyê şantajek e
11 tebax, 2026   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên li dijî koçberên Serêkaniyê ku duh (10 Tebax) pêk hatin, Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî da. Li bajarê Zirganê yê herêma Cizîrê jî Kongra Star daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de Kongra Star da zanîn ku hedefgirtina sivîlan ku di nava wan de jin, zarok û kesên temenmezin hene, ne bûyereke ferdî ye, ew derketina li dijî nirxê jiyana hevbeş û têkiliya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de ye.

Kongra Star bang li hemû aliyan kir ku nakokiyên heyî bi wesîleyên dûrî pevçûnan û qanûnî çareser bikin. Berpirsyariya giştî ya parastina sivîlên ku vegeriyan li ser milê hikumeta veguhêz e, divê ewlehî û parastina milkên malbatan demildest pêk were, hesab ji kesên destê wan di van êrişan de heye, bê xwestin.

Her wiha Kongra Star daxwaz ji civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî, bi taybet Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a NY’yê kir ku bi awayekî lezgîn van bûyeran belge bike û rê li ber van êrişan bigire.

Di daxuyaniyê de bang li rûspiyên eşîran hate kirin ku gotara nefretê red bikin û hat destnîşankirin ku ji bo pêkanîna îstiqrarê û avakirina dewleteke heqîqî, divê vegera ewle ji bo hemû sûriyeyiyan a herêmê wan misogeriyek e.

Têkildarî heman mijarê Kongra Star li Zirganê li pêşiya avahiya navenda xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Mîliya Mano ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tişta ku rastî şênî, bi taybet jin û zarokan tê, ne bûyerên ji rêzê ne û metirsiyên domandina wê hene.

Di daxuyaniyê de ji bo hesabxwestina ji kesên ku êriş kirine, daxwaz hate kirin ku lêpirsîneke cidî û zelal bê destpêkirin û divê rola saziyên sivîl û ên jinan bê pêşxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star destnîşan kir ku ew ê ji bo parastina mafên şênî û jinan li hember hemû cureyên kiryar û tundiyê xebatên xwe bidomînin.

(sb)

ANHA