Li sûkên Şedadê tevgera zêde ya kirîna kel û pelan

Piştî daketina nirxa dolar, li sûkên bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê tevgereke kirînê ya zêde heye. Daketina nirxa dolar bandoreke yekser li bihayên xurdemenî û sebzeyan kir.

21 sibat, 2025   06:17
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Berî çend hefteyan, ji ber buhabûna nirxên kel û pelan, tevgera kirînê li sûkên bajarê Şedadê pir kêm bû. Lê piştî ku nirxê lîreya Sûriyeyî li hemberî dolar qîma xwe girt, nirxên kel û pelên xurdemenî û sebzeyan erzan bûn, tevger dîsa bi hêviyeke nû geştir bû û rewşa berê li sûkan vegeriya.

Piştî ku nirxê her dolarekê bi 15 hezar lîreya Sûriyeyê û daket 10 hezar lîreya Sûriyeyê, bihayên piranî kel û pelan daket. Wê yekê hişt ku şênî pêdiviyên xwe bikirin, nexasim kesên qûta jiyana wan kêm e.

DAKETINA BIHAYAN Û DAXWAZA ZÊDE

Girêdayî mijarê, xwediyê supermarketa li sûka Şedadê Ebûd El Tirkî ji ajansa me re diyar kir ku bi zêdebûna nirxê lîreya Sûriyeyê li hemberî dolar re tevgera kirînê di nav civakê de baştir bûye.

El Tirkî got: "Bo mînak, berê kîloyê şekir bi 16 hezar lîreyan bû, lê niha bi 6 hezar û 500 lîreyan e. Vê jî hişt welatî bi awayekî baştir pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin."

El Tirkî bang li bazirganan kir ku li gorî bihayê pevguherîna pereyan tev bigerin, ji ber ku hîna jî her bazirganeke bihayekê datîne.

PIŞTÎ DAKETINA BIHAYAN DI NAVA ŞÊNIYAN DE DILRIHETÎ

Welatiyê bi navê Ela El Xelef diyar kir ku zêdebûna nirxê lîreyê û erzanbûna nirxên kel û pelan ji gelek malbatan re bû alîkarî û got: "Berê welatiyên ku rewşa wan a aborî ne zêde baş bû, gelek zehmetî di debarê de dîdtin. Lê niha biha îstîqrar bû û dihêle tevgera kirînê guncawtir bibe."

Adil El Faroq jî diyar kir ku tevgera sûkan geştir bûye, nexasim kirîna xurdemenî û sebzeyan û got: "Bihayên sebzeyan gelekî baştir bûne. Bo mînak berê kîloyê firingî bi 10 hezar lîreyan bû, lê niha bi 5 hezaran e. Kîloyê xiyaran jî bi 18 hezaran bû, niha bi 7 hezar û 500 lîreyan e."

‛DIVÊ BAZIRGAN LI GORÎ GUHERTINÊN BIHAYAN TEV BIGERIN’

Hemwextî van guhartinan, welatî bang li bazirganan dikin ku li gorî nirxê pevguherîna pereyan tev bigerin.

Welatî rewşa daketina nirxa kel û pelan dişopînin û bi hêvî ne ku rewşên aborî û jiyanî baş bibin.

(mh/fr)

ANHA