ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-2-2025
21 sibat, 2025   02:00

Jinên ji kantona Reqayê diyar kir ku fikra Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin rizgar bibin û di tevahî aliyên jiyanê de, piştî salên paşguhkirinê, xwe bi pêş bixin. Jinan got Komploya Navneteweyî nekarî û nikare fikra wî biçewisîne, ji ber ku fikra wî nayê gitin. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên şehîdan ên di nobeta parastina Bendava Tişrînê de cih digirin, diyar kir ku têkoşîna wan a li hemberî planên dagirkirinê yên dewleta Tirk berdewam e û got "Zarokên me dê bi berxwedan û keda me serbilind bin." BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî daketina nirxa dolar, li sûkên bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê tevgereke kirînê ya zêde heye. Daketina nirxa dolar bandoreke yekser li bihayên xurdemenî û sebzeyan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Pisporê siyasî yê têkiliyên navneteweyî Ebdulmesîh El Şamî diyar kir ku berjewendî sedema vegera têkiliyên Rûsya û DYA’yê ne û destnîşan kir ku li DYA’yê îro nifşeke nû heye ku baweriya wê bi siyaseta şer û berjewendiyên li ser esasê çêkirina kaosan nayê. Her wiha anî ziman ku baweriya Trump bi siyaseta Biden a "dewleta kûr" nayê. BI WÊNE

Xelkê bajarê Qamişloyê, li taxa Cûdî ya bajêr, sersaxiyê dide malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rêzan Behcet Silêman, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê "Asoyên çareseriyê li Sûriyeyê…pêşdeçûn, rewşa siyasî û hiqûqî", li hola Yekitiya Sendîkqaya Parêzeran a Hesekê, panelekê diyalogê organîze dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Saziya Ulf Tau û Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryanî bi diruşma "Nasnameya me suryanî ye…nasnameya me….pêşeroja me ber bi naskirina destûrî ya bi zimanê Suryanî, zimanekî fermî li Sûriyeyê" du panelên cuda li dar dixin. Panelek li hola Komeleya Xêrxwaz a Ermenî ya li Qamişloyê û ya din jî li hola Dêra Ezraa ya li taxa Nasire ya Hesekê tên lidarxistin, (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN