Li dijî Konsulxaneya DYA’yê ya li Hewêrê êriş

Beriya çend kêliyan êriş li dijî Konsulxaneya DYA’yê ya li bajarê Hewlêrê pêk hat.

Li dijî Konsulxaneya DYA’yê ya li Hewêrê êriş
16 ÇILE, 2024   00:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên Başûrê Kurdistanê, beriya çend kêliyan êriş li dijî Konsulxaneya DYA’yê ya li Hewlêrê hat kirin.

Hate diyarkirin ku li konsulxaneyê dengê 6 teqînan hat bihîstin.

Der barê êrişê de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn û heta niha tu kesî êriş negirtiye ser xwe.

(bb)

ANHA