Malbata girtiyekî li ber avahiya Rêveberiya Kobanê banga naskirina çarenûsa kurê xwe dike

Malbata Mihemed Berkê daxwaza aşkarekirina çarenûsa kurê xwe dike. Berkê di 7`ê Îlona 2025`an de li ser benda kontrolê ya Kiwêrsê hatiye girtin.

Malbata girtiyekî li ber avahiya Rêveberiya Kobanê banga naskirina çarenûsa kurê xwe dike
1 îlon, 2026   15:05
KOBANÊ

Malbata Mihemed Mistefa Berkê li pêşiya Rêveberiya Herêma Kobanê ji bo aşkarekirina çarenûsa kurê xwe yê ku ev çend meh e hatiye girtin û agahiyê jê wernagirin, konek veda.

Malbat dibêje Mihemed Berkê 7`ê Îlona 2025`an dema xwestiye biçe Dêr Hafirê ji bo ku birayê xwe bibîne, li ser benda kontrolê ya Kiwêrsê hatiye girtin.

Li gorî bavê Mihemed Berkê, destpêkê kurê wî bi seyareya wî birine zindana El Rayî, paşê hinek agahî gihîştine ku dibêjin ku piştre ew sewqî zindana navendî ya Minbicê kirine.

Bavê wî da zanîn ku beriya ku ew êdî agahiyan der barê wî de wernegirin, malbat nêzî 5 deqeyan bi kurê xwe re axiviye û nehiştine ku kurê wî bi kurdî biaxive.

Malbat dibêje ew têkildarî tawanbariya li dijî kurê xwe û rewşa wî ya qanûnî tiştekî nizanin, wan ne serdana kurê xwe kiriye û ne jî rewşa wî dizanin.

Malbat daxwaza aşkarakirina cih û çarenûsa kurê xwe dike.

Di bin kon de 3 zarokên ku li benda vegera bavê xwe ne hene, malbatê pankart rakirine û daxwaza wan a sereke naskirina rewşa kurê xwe ye.

(sb)

ANHA