Serdana Ahmed El Şeri dê li Almanyayê were protestokirin

Serdana serokê hikumeta demkî Ahmed El Şeri ya li Berlînê, dê ji aliyê Rêxistin û çalakvanve  bi xwepêşandanên wire protestoyê kirin.

Serdana Ahmed El Şeri dê li Almanyayê were protestokirin
17 ÇILE, 2026   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Plana hikûmeta Almanyayê ya ji bo vexwendina Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed El Şeri ku di 19-20’ê 2026’an de pêk were, rastî berteka rêxistinên demokratîk û nûnerên kêmneteweyan hat. Bi pêşengiya TJK-E û FED-MED a NRW’yê, gelek saziyan biryara çalakiya protestoyî li Bonnê girtin.

Her wiha wê gelek rêxistinên civakî û nûnerên kêmneteweyan ên li seranserê Almanyayê jî Çalakiya protestoyî ji aliyê hevalbendiyeke berfireh ve ku nûnerên civakên etnîkî û olî yên herêmê di nav de ne, tê organîzekirin.

Saziyên ku organîzasyonê girtine ser xwe ev in:

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E)

FED-MED NRW e.V.

Hevalbendiya Parastina Kêmneteweyên Sûriyeyê (APSM)

Meclîsa Jinan a Sûriyeyê

Meclîsa Siyasî ya Durziyên Ewropayê

Tora Diyasporaya Siweydayê

Sîwana Xwendekarên Kurdistanê

Di daxuyaniya hevpar a saziyan de hate destnîşankirin ku Ahmed El-Şari yê ku xwe wekî "serokkomar" dide naskirin, yek ji berpirsyarên rasterast ên êrîş û komkujiyên li dijî gelê Kurd, jinan û kêmneteweyên li sûryeyeyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêşwazîkirina kesekî ku navê wî bi sûcên şer derketiye bi protokola dîplomatîk li Almanyayê, bi hiqûqa navneteweyî û prensîbên mafên mirovan re nagunce.

Di deklarasyona hatî amadekirin de, bang li hikûmeta Almanyayê hate kirin ku ji vê biryarê vegere û bang li hemû derdorên demokratîk û kesên bi hestiyar hate kirin ku beşdarî protestoyê bibin.

Zanyariyên derbarê çalakiya protestoyê de:

Cih: Münsterplatz, Bonn

Dîrok: 19’ê Rêbendana 2026, Duşem

Saet: 17.00