Li Şêxmeqsûdê kesek hat qetilkirin, yek jî birîndar bû

Ji ber pirsgirêka di navbera 2 malbatên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de kesek hat qetilkirin û yek jî birîdnar bû.

Li Şêxmeqsûdê kesek hat qetilkirin, yek jî birîndar bû
16 nîsan, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Digel berdewama tevliheviya ewlehiyê ya li taxa Şêxmeqsûd û tevahî bajarê Helebê, çavkaniyên xwecihî ji hundirê taxê diyar kir ku ji ber pirsgirêkeke di navbera 2 malbatan ku duh pêk hatiye de, îro ferdên her du malbatan gule berdan hev.

Li gorî heman çavkaniyan, ji ber gulebaranê kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû û rakirina nexweşxaneyê

Hat diyarkirin ku nakokiya ewlehiyê li taxê ji ber bûyerê didome.

Girêdayî heman mijarê, hat hînbûn ku hêzên hikumeta demkî 3 kesên eleqeya xwe bi bûyerê re hene girtine. Lê heta niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

(fr)

ANHA