Li Silêmanî û Koye êrişên bi dronan

Saziya Asayîşa Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku bi dronan êrişî Silêmanî û Koye hatiye kirin.

Li Silêmanî û Koye êrişên bi dronan
17 nîsan, 2026   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, duh bi şev bajarên Koye û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê bi dronan hatin hedefkirin.

Saziya Asayîşa Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev saet 22.00’an bi dronekê êrişî gundê Zirgiwêzeleyê ya ser bi Silêmaniyê hatiye kirin.

Li gorî heman daxuyaniyê piştre carek din êrişî heman gundî hatiye kirin.

Her wiha hate gotin ku 21.15 û 21.23’yan de jî bi 3 dronan êrişî kampeke li bajarê Koyeyê hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrişan de tenê ziyanên madî çêbûne.