Mihemed Seman bû Parêzgarê Kerkûkê

Di hilbijartina Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de Mihemed Seman bû Parêzgarê Kerkûkê yê nû.

Mihemed Seman bû Parêzgarê Kerkûkê
16 nîsan, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, di encama civîna Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de Parêzgar Rêbwar Teha û Cigirê Yekem yê Walî Yawiz Hemîd ku Tirkmen bû îstifaya kirin.

Di hilbijartina civîan meclisê de Serokê Eniya Tirkmen Mihemed Seman bû Parêzgarê Kerkûkê yê nû.

Li gorî lihevkirinên hatine kirin wê erkên nû bên parvekirin rojên pêş.