Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hejmara birîndaran bû 19

Hejmara sivîlên di encama êrişên komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de birîndar bûne, gihaşt 19’an. Jinek jî şehîd bûye.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hejmara birîndaran bû 19
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hejmara birîndaran bû 19
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hejmara birîndaran bû 19
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hejmara birîndaran bû 19
23 kanûn, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ajansa me re da zanîn ku hejmara sivîlên di encama êrişên komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de birîndar bûne, gihaştiye 19’an ku 3 jê zarok û 4 jî jin in.

Li gorî çavkaniyan, navên birîndaran wiha ne: Henan Ebdulhemîd Îsmaîl (20), Mihemed Ebdulhemîd (19), Ebdulhemîd Îsmaîl (48), Zekeriya Xelîfe (53), Ebdo Eswed (40), Mihemed Nîdal Îbrahîm (18), Aydil Elî (9), Dîcle Osman (34), Dogan Elo (18), Ebdulrehman Horo (18), Cemîl Ekaş (22), Mehmûd Oso (20), Mîrkan Bekir (22), Arif Bilal (20), Robarîn Hebeş (13), Zeyneb Henan (25), Usama Betîx (30), Omer Ebdulqadir Tereb (15) û Nehla Ebdulrehman Dabûl (40).

Her wiha jina ji pêkhateya Ereb a bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî ya 57 salî jî di encama êrişan de şehîd bû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî topbaran û êrişên rasterast ên li dijî sivîlan, li eniyên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê niha rewş aram e û hişyarî zêde ye.

(k)