Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re civiya

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç de dest pê kir.

Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re civiya
23 kanûn, 2025   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina di navbera endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç de dest pê kir.

Tê payin ku piştî hevdîtina li Wezareta Dadê a tirkiyeyê daxuyaniyek bê dayîn.