"Her gavek ber bi şer ve dê bandorê li ser tevahiya Sûriyeyê bike"

Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk êrişên hêzên hikûmeta veguhêz li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir, û diyar kir ku her gavek ber bi şer ve dê bandorên cidî li ser tevahiya Sûriyeyê bike.

"Her gavek ber bi şer ve dê bandorê li ser tevahiya Sûriyeyê bike"
23 kanûn, 2025   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk îro bi daxuyanyekê êrişên komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê, şermezar kir.

Daxuyaniyê diyar kir ku ev êriş êrişek li dijî hewldanên kêmkirina aloziyê û avakirina aştiyê ne, û zirarê didin pêvajoya aştiyê.

Her wiha di daxuyaniyê hat gotin ku her gavek ber bi şer ve dê bandorên cidî li ser tevahiya Sûriyeyê bike, û tenê rêxistinên terorîst, di serî de DAIŞ, dê sûd jê werbigirin.

Konfederasyonê bang li hemû beşên civaka Sûriyeyê û hemû aliyên ku di karûbarên Sûriyeyê de beşdar in kir ku erkê xwe yê exlaqî û mirovî bicîh bînin da ku van êrişan rawestînin û dawî li wan bînin.

Daxuyaniyê hikûmeta veguhêz wek berpirsiyarê êrişan nîşan da, û daxwaz kir ku dawî li hebûna komên çekdar bîne, destdirêjiyan rawestîne, û bi ciddî peymana 10`ê Adarê pêk bîne.

(k)