Li Şarbajêr dronek kete xwarê

Li gundê Bêwrê ya girêdayî bajarokê Şarbajêr dronek kete xwarê, lêkolîn hate destpêkirin.

Li Şarbajêr dronek kete xwarê
22 hezîran, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Rojnewsê, li gundê Bêwrê ya ser bi bajarokê Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê, dronek ketiye xwarê.

Hate zanîn ku hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye bi destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-Îranê de, heya niha gelek dron li Iraq û Herêma Kurdistanê ketine xwarê, lê ti daxuyaniyek fermî derbarê mijarê de nehatiye dayîn.