Li herêmên hikumeta veguhêz de rêjeya sûc û tundiyê zêde bûye

Li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz de rêjeya sûc û tundiyê zêde bûye. Çavdêr dibêjin ev encama belavbûna çekan û têkçûna ewlehiyê ye û bûye sedema tirsê di nava şêniyan de û baweriya bi saziyên dewletê û karîna wan a parastina welatiyan, kêm kiriye.

Li herêmên hikumeta veguhêz de rêjeya sûc û tundiyê zêde bûye
1 mijdar, 2025   05:50
ŞAM

Rêjeyên sûc û tundiyê li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz de bi awayekî tirsnak zêde bûye. Rojek derbas nabe bêyî ku çend bûyerên sûc û tundiyê pêk neyên ku hin ji wan di medyayê de têne aşkerakirin, hin jî nayên ragihandin.

Rêjeyên dizî û sûc li Şamê zêde bûne, şêniyên bajêr ji kiryarên bêrêziyê, dizîna mal û milên xwe ditirsin. Newêrin dereng vegerin malên xwe, bi taybet li deverên ku trafîk lê kêm e.

Biryara dawîn a parêzgariya Şamê ya der barê demjimêrên vekirina bazar û dikanan li bajar û gundewarên derdorê de, tirsên şêniyan zêdetir kirine. Li gorî biryarê, dema vekirina sûk û dikanan ji saet 9’ê sibê heta 9’ê êvarê (havîn û zivistan) hatiye destnîşankirin, ji bilî 2 rojên dawiya hefteyê.

Li gorî malpera Numbeo ya şopandina nîşaneyên sûc û kalîteya jiyanê li cîhanê, rêjeya sûc li Sûriyeyê li gorî daneyên dawîn ên 23’yê Cotmeha 2025`an, wiha ne: Rêjeya sûc ji sedî 72.5 zêde bûye, ji sedî 66’ê şêniyan ji dizîna malên xwe ditirsin, ji sedî 89’ê ji dizîna otomobîlan, ji sedî 64 ji kiryarên bêrêziyê ditirsin, ji sedî 78 ji sûcên tundiyê yên wekî êriş û diziya çekdarî ditirstin û ji sedî 61 der barê gendelî û bertîlê de bi fikar in.

Parêzereke nexwest navê xwe bide diayr kir ku  piraniya sûcan ji ber diziyê pêk tên, rêjeya wê ji sedî 40 e û piştre kuştinên ketober ji ber sedemên cuda, revandina ji bo standina pereyan û bazirganiya madeyên hişbir tên.

Parêzer destnîşan kir ku çalakiyên madeyên hişbir li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîmê neguheriye; berevajî vê, zêde bûye û li deverên ku berê nehatine nedighayê belav bûye, ji ber valahiya ewlehiyê û hatina komên çekdar ên nû yên ku li dewlemendiyê digerin.

Parêzer diyar kir ku sedema zêdebûna sûcan belevbûna berfireh a çekan kesên neperwerdekirî û ciwan de ye ku nayê zanîn ka girêdayî kîjan alî ne. Her wiha da zanîn ku di kolanan de jî bangeşiyeke mezin a tundiyê heye, bi otomobîlan ve nivîsên wekî "Şerê wan bikin", "Em ji bo we hatine" û "Tolhildan" hatine nivîsîn, nediyar ka ev banga kuştina kî dikin. Ev otombîl li kolanên Şamê û parêzgehên din digerin.

Lêkolînera civakî nexwest navê xwe bide  ji ajansa me re got ew ji medyaya dîjîtal dûr ketiye û êdî ji ber tirsa zêde ya sûcên berbelav li Sûriyeyê medyaya dîjîtal bi kar nayne û got: "Ez her roj nûçeyên bi dehan lêdana bi kran, kuştin û diziyê dibînim. Ez bawer nakim ku ev tişt li Sûriyeyê diqewimin."

Her wiha got di wê baweriyê de ku sedemên sereke belavbûna çekan di destê kesên neperwerdekirî de ye, her wiha nekarîna hikûmeta veguhêz ku têkçûna ewlehiyê control bike, bangên nefret û tolhildan û kuştinê yên li ser medyaya dijîtal û li ser otomobîlan li paytext û parêzgehên din in.

Lêkolînerê diyar kir ku têkçûna ewlehiyê û belavbûna tirs û sûcan baweriya bi dewletê kêm dike, derî ji bo beşekî mezin ê civakê vedike ku çekan hilgirin û li şûna dadgehê ew bi xwe mafên xwe biparêzin, ji ber ku bawerî bi pergala edaletê tune ye.

Lêkolînera civakî hişyarî da ku ev tundî dê bandorê li temenên biçûk bike û derbasî nava dibistanan bibe, ji rojek bêyî pirsgirêkek li ber dibistanan derbas nabe. Ev bûyer pir caran dibin sedema bikaranîna alavên tûj, heqaret û gefan û tirsa ji siberojê zêde dikin.

(k)