Yaser Silêman: Em ji bo Sûriyeyeke ku nûnertiya hemû sûriyeyiyan bike tê dikoşin

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê dixwaze pergaleke nû ku hêviyên hemû pêkhateyên wê pêk bîne, ava bike. Her wiha da zanîn ku ji nû ve birêxistinkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê yek ji pêdiviyên herî berbiçav ên qonaxa pêş e.

Yaser Silêman: Em ji bo Sûriyeyeke ku nûnertiya hemû sûriyeyiyan bike tê dikoşin
1 mijdar, 2025   04:30
REQA
MIZGÎN ELÎ

Bangên ji bo avakirina pergaleke demokratîk li Sûriyeyê ku hêviyên hemû pêkhateyên wê nîşan dide, zêde dibin. Siyasetmedar û çavdêr dibêjin ku pêdivî bi projeyeke neteweyî ya berfireh heye ku hemû sûriyeyî beşdarî avakirina siberoja xwe bibin.

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman, ji ajansa me re der barê mijarê wiha got: "Sûriyeyî dixwazin bi rêya diyalogeke neteweyî ya berfireh pergaleke nû ava bikin, ku bibe sedema nivîsandina destûreke neteweyî ya berfireh û azadî, edalet û beşdariya siyasî ya berfireh misoger bike.”

Silêman got: "Ji nû ve rêxistinkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê yek ji pêdiviyên herî berbiçav ên qonaxa pêş e, da ku ev sazî bikaribin rola xwe ya parastina welat û welatiyan û parastina ewlehî û aramiya welêt de bi cih bînin."

Silêman diyar kir ku girîng e ev sazî ji bo civakê çavkaniya aramî û edaletê bin û got: "Girîngiya berfirehkirina kargêriya rêveberiyên herêmî û, da ku xelkên parêzgehan bikarin karûbarên xwe bi rêya hilbijartinên azad ên meclisên şaredariyan û parêzgaran bi rê ve bibin.

Silêman wiha pê de çû: "Ev yek nayê wateya nenavendîkirina siyasî an federalîzmê, lê belê tê wateya nenavendîkirina îdarî, ku parêzgehan bi hikûmeta navendî ya li Şamê ve girêdide di çarçoveyek destûrî ya zelal de ku aramî û pêşkeftina hevseng pêk bîne."

Silêman her wiha destnîşan kir ku aloziyên herêmî û navneteweyî bandorê li ser pirsgirêka Sûriyeyê dikin û rê li ber lihevhatinên navxweyî digirin. Silêman baweriya xwe bi hêza Sûriyeyiyan anî ziman ku bi rêya diyalogê û xwespartina ruhê xwe yê neteweyî, dikarin yekîtiya tevna neteweyî ya Sûriyeyê vegerînin û nakokiyên xwe derbas bikin.

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku avakirina kesayetê li Sûriyeyê bingeha avakirina neteweyê ye. Silêman bang li hemû sûriyeyiyan kir ku bi hev re bixebitin da ku Sûriyeyek nûjen, demokratîk û pêşverû ava bikin ku hêjayî fedakariyên gelê xwe be û di nava neteweyan de cihê xwe ji nû ve bi dest bixe.

ANHA